Yaşam

Ziman û civak (II)

Jiyan û Ziman

Di nivîsa berî vê de em li ser têkiliya jîngeh, hilberîn û awayê jiyanê rawestiyabûn û me li gorî peyvên di Ferhenga Yusuf Ziyaeddîn Paşayî de nirxandin li ser van diyardeyan kiribû. Di vê nivîsê de îcar em ê bala xwe bidin ser çanda daringî anku tiştên mîna cil û berg, xwarin û vexwarin, fere û fol, xanî û avahîsaziyê û xeml û xişirê. Piştre jî em ê berê xwe bidin çanda razber; dabeşkirin û binavkirina deman, navlêkirina rengan, pênasekirin û şayesên der barê reng û dirûvê mirov û ajalan de. Di dawiyê de jî em ê hinek peyv û têgihên kêmnas ên têkildarî laşê mirovan, navên nexweşiyan, hinek têgihên esmannasiyê pêşkêş bikin.

Çand û huner, rabûn û rûniştina kurdan jî li gorî jîngeh, awayê jiyan û hilberînê teşe girtiye. Bo nimûne ji navên xwarin û firaqan heta cil û bergan; rewş û dirûvê avahiyan hemû li gorî pêdiviyên vê civakê ne.

Xwarin: avşile (dimsê mize), arvan, awar (helaw), behîvter, benî, bez, bêsîre (qorix), biçrik (nanê di nava rûn de sorkirî), bijîreş (cureyek genim), binerd (şêlim), cacir (şîranî ji kakilê gûzan û hingiv çêdibe), celaqî (dimsê kelandî), çeqilmast, dewkîs, goştî (goştê hişkkirî), hevîrtirş, hêkerûn, jajîrûn, qelî>qelînek, qelîpîvaz, qelîsêl, kelî, kilor, kozane (cureyek tirî), lepetîr, malêz (bulamaç), parêv, pişrûn (girar), serbidew, serbidims, sêk (sirke), şebot (cureyekî masiyan), şilêl (çavdar), tilolok (muhalebî)…

Ji navên xwarinên mîna arvan, biçrik, bijîreş, hevîrtirş, kilor, serbirdew diyar dibe dan, savar û arvan di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Her wiha peyvên mîna avşile bêsîre, celaqî, benî nîşan didin ku dims ji çêkirina şîraniyan berhemeke bingehîn e. Her wiha hingiv û gûz jî ji bo şîraniyan têne bikaranîn. Li aliyê din ji xurekên mîna berên şîr jî di xwarinan de pêkhênerên sereke ne. Navên mîna goştî, qelî, qelîsêl, parêv nîşan didin ku di çanda xwarinê de goşt xwedanê cihekî taybet e.

Cil û berg: berkoş (bervang), canfes (kincê ji hevrişmê), çekbend (êlek), çetare (kincê hevrişmî), çiftexas (patiska), deling, dijûn (kincên ku spî ketinê), dugurd (kincê bi benê duta hatiye raçandin), fisegur (gincirî), gulgulî, kirtûpan (kincê bêserûber), lop (kincên stûr), repal (kincir)…

Peyvên mîna canfes, çetare, çiftexas, dugurd nîşan didin ku di nav kurdan de pîşekariya caw û qumaşan û karê çolangî û dirûnkeriyê ji mêj ve heye.

Firaq: çerxetûn (tewa), den (kûp), dercaw, derxûn, destîcer (kedûn), dol, vêl (devfireh), gadoş, garing (firaqa pîsiya gayan), kod, kovik, rimbêşik (beroşa biçûk), simkot (maşraba)…

Mînakên li jor nîşan didin ku çêkirina dîzik û firaqan di nav kurdan de ji mêj ve hebûye. Fere û folên kurdan bi gelemperî ji axê û ji daran hatine çêkirin, hinek jî ji hêsin in.

Xanî û avahî: berkaz (pace), çilmêre, derben (qulpê dêrî), derçik (şêmûg), derence, xincîk (bûtik), koçak (dîregên biçûk), mered (pencereya fireh), menzel (ode), mitêl, derîzan, dergeh, avrêj destavxane), alûle (kuçe), berkaz, kalîmast, kêzîn (kanalîzasyıon)…

Ev peyvên li jor jî der barê avahî û avahîsaziya li kurd û bajaran de hinek agahiyan didin.

Navlêkirin û dabeşkirina deman: betirpêr (bertirpêr), betirpêrar (berî du salan). cehzera (dema zerbûna ceh), cigur (rojeke mesîreyê ya kurdan), demdemî, gibîse (sala ku meha sibatê 29 roj dikêşe), gît (rojên sar ên zivistanê), guhnêr (guhtêl), hingorî, qûnax, kêrakî (navekî yekşemê), mêjû, paşîv, şeşek (rojiya şeş rojî ya piştî cejna Remezanê), zîp (ji 26 sibatê heta 5ê adarê, rojên bêyom).

Her wekî çanda madî û şênber, çanda razber û manewî jî li gorî jiyan û jingeha civakê teşe girtiye, peyvên di van waran de jî vê yekê nîşan didin. Peyvên mîna cehzera, cigur, gît, guhnêr têkiliya civakê û xwezayê nîşan didin. Heçî peyvên mîna şeşek, zîp jî der barê baweriya kurdan de agahiyan didin.

Ravekirin, navlêkirin û şayesandina mirovan jî li gorî vê çandê hatiye kirin.

Peyv û şayesên li ser rewişt û taybetiya giyaneweran: bale, bexîl, belakir, bextûr, bireş, bitir (ajal û giyayê zêde geşe daye), cir>cirnexweş, çelûz (kesê zêde dipirse, bi pey tiştan dikeve), çençûz (çikûs), çepel, çiste (kesê hişyar û destsivik), çîqal (ajalê jar û lawaz), çopîk (safik), devmirî, devnerm, degel, dexwer, destkîsî (alîkariya nehênî), destbûrî (mirov li qusûra wî nanêre), eletewş, enrok, finûnî (hîlebaz), fistoqî, fortek, virker, vizek, virtoqî, gazindok, goran (kesên astnizim), hetîk, hîz, hogir, xeberbezîn, xêrxwaz, xêrnedî, xêrnexwaz, xumal (kesên ku karên xwe bi xwe dikin), xwazxwazok, jêhatî, qabilcewab, qarqarok, kaw (qure), kevne (dinyadîtî), kerbokî, kirêt, kovan, kok (lihevhatî), korîzan, kulb (xurê), lepok, malker, malevîn, melaq (durû), mûdî (kîndar), pespeqele (henekçî), pespende (ne hêjayî rêzgirtinê), pespor (pirbêj), pêsîrtengî, pitat (pitpitok), rastgo, rikoyî, rûgirtî, sexî (comerd), sifto (qirêjî, pîs), sisto (bêkêr), şaşxapîn (kesê xapînok ê bi şaşik), şehbaz (kêfxweş), şehreza, şepal (lihevhatî), şeşo (kesên bi şeş tilî), şût (kone, jîr, çavnas), tefarîk (kesên li gundekî dijîn, lê bi eslê xwe ne ji wî gundî ne), terlan (cindî), toranî (kesê ku ji xebatê hez nake, dixwaze bigere), totirne (mêrê bejnbilind, navmil pehn), tukme (zexm û xurt), lavlavok…

Şayes û pênaseyên der barê giyaneweran de jî têkildarî jiyan û çanda civaka kurd in. Ev şayes û pênasekirin nîşan didin ku kurdan giyanewer hem li gorî teşe û forma wan, hem jî li gorî tevger û reftara wan şayesandine.

Di ferhengê de hinek peyv û bêje hene ku îro mirov dikare di xebatên zanistî û perwerdehiyê de bi kar bîne. Peyvên ku qala wan dikin hinek têkildarî anatomiya laşê mirov û ajalan in, hinek navên nexweşiyan in û hinek jî navên heyberên esmanî, hinek rengên taybet in. Pir kêm be jî hinek peyvên der barê xeml û xişran de jî di ferhengê hene.

Anatomî: boqil (ji kabokê heta paniyê), cendek, çaq, çempil (ji serê tiliyan heta bin çengê mirov), gilar (ximximk, qilî)), hinav, lep> lepik, navik, pehnî, pişik, sêvanok (sevok), simsil (hestiyê piştê), sorîçik (gewrî)…

Nexweşî: bûkik (kulek), cedew (kul û birîna li ser milê sewalan), balûr, gamirok (nexweşiya bebik), gunoyî, hawî (dînokî), xurê, kirnas (rûyê ji ber nexweşiyê xurê kulkulî), kotî, mazbir (nexweşiya bizin û mihan), mîzel, navêş, penceşêr, serceh (nexweşiya hespan), sorik, tabir, tawî, teplû (nexweşiyek ku mirov pê ji ser hişê xwe diçe), tihnûşik (êşa patika stû)…

Esman û Stêrnasî: kadiz, hîvik, pêwir (gelawêj), tavehîv, term (heft bira, komika sêwiyan)…

Ji bilî van mijaran, hinek peyvên der barê xemilandin û şitaftina jinan û navê rengan hêjayî qalkirinê ne.

Xeml û xişr: kil>kilçov, kildan, ristik, soravik…

Reng: cûn (spiyê ber bi şîn ve), çûr (gewr), sorboz (spiyê ber bi sor ve)…

Ev ferheng nîşan dide ku zimanê kurdî xwedî gencîneyeke dewlemend e. Kurdan her wekî çawa ji berên di jîngeha xwe de sûd wergirtine, ji wan xurek û cil û berg çêkirine, wisa jî tiştên di jiyan û jîngeha xwe de bi çavdêriyeke xurt pênase kirine û nav li wan kirine. Dewlemendiya rehepeyv û gireyên heyî, tevî rê û rêzikên dariştina peyvan, bi hêsanî derfetê didin ku kesên şareza û pispor karibin her cure têgihên zanistî darêjin. Ji bo pêşketina perwerdehî û zanistî tiştê pêwîst hebûna azadiya xebatê û derfetên avakirina sazî û dezgehên karîger û kesên têgihîştî û şareza ne.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

- -
Başa dön tuşu